Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Nûpel Tekoşer

Şêniyên kantona Qamişlo tev li merasîma sersaxiyê ya şervana YPJ`ê Sena Elî bûn ku li gundê Girkê Selma yê Dêrikê hatiye lidarxistin.

Şêniyên kantona Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Nûpel Tekoşer
9 sibat, 2023   15:20
QAMIŞLO

Şervana YPJ`ê Sena Elî (Nûpel Tekoşer) 7`ê Sibatê li bajarê Hesekê şehîd bû ku di topbarana dewleta Tirk a dagirker de li dijî navçeya Eyn Îsayê 18`ê Çileya borî birîndar bûbû.

Bi sedan şêniyên navçeyên kantona Qamişlo; Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman axivî û îşaret bi têkoşîna jinên Kurd a li hember êrişên qirkirinê kir û got: “Jinên Kurd hertim di şoreşê de pêşeng bûn. Li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo parastina jin û civakê li ber xwe dan. Heta li seranserî cîhanê deng veda.”

Cewahir wiha domand: “Şehadeta Nûpel Tekoşer destnîşan kir ku jin li hember dewleta Tirk a dagirker tê dikoşe û li ser şopa şehîdên şoreşa azadiyê li ser berxwedanê israr dike.”

Di dawiya merasîmê de, beşdaran di nava tilîliyên dayîkan de “Şehîd namirin” berz kirin.

(şx)

ANHA