30 tankerên sotemeniyê li benda derbasbûna ji herêmên erdhejê re ne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 30 tankerên sotemeniyê amade ne û li benda derbasbûna li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê ne û xebat ji bo amadekirina karwanên din ku bişînin herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de tên kirin.

30 tankerên sotemeniyê li benda derbasbûna ji herêmên erdhejê re ne
9 sibat, 2023   15:25
MINBIC

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Mihemed El Xelef li ser şandina sotemeniyê ji herêmên erdhejê re axivî û wiha got: "Ew Rêveberiya Xweser û şaneya krîzê ya ji bo sekinandina li ser bûyerên erdhejê li Sûriyeyê hatiye avakirin li deriyê Um Cilûd in, da ku tankarên alîkariyên mirovî yên tê de sotemenî û madeyên alîkariyê hene derbasî herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê bikin."

El Xelef ev tişt anî ziman: "Dê 30 tankarên sotemeniyê radestî rêxistinên mirovî yan jî White Helmets (kumspî) ên di karê mirovî de li herêmên bakurê rojvayê Sûriyê yên dagirkirî dixebitin, bikin.

El Xelef wiha domand: "Ew karwanên din amade dikin da ku derbasî hundirî herêmên hikumeta Şamê bikin, da ku alîkariya mexdûrên erdhejê bikin."

Heta vê kêliyê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nahêlin alîkariyên ji hêla Rêveberiya Xweser derbasî herêmên erdhejê bin.

(fr)

ANHA