Koçberên Serêkaniyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir

Koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Waşokanî bi civînekê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Koçberên Serêkaniyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir
9 sibat, 2023   14:03
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên Kongra Star ên ji bo salvegera 24'emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li dar dixe, koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî yên li kampa Waşokanî ya Hesekê dimînin, civînek li dar xist.

Di serî de endama Meclisa Kampa Waşokanî Heyat Şêxo der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de wiha axivî: "Rêber Ocalan hertim ji bo rizgarkirina gelên bindest dixebite, ji ber wê jî dewletan ew hedef girt."

Heyat wiha domand: "Tevî dîlgirtina Rêber Ocalan jî, wî berxwedana xwe ya li Îmraliyê domand û piştgiriya gel pê re hîn xurttir bû, ji ber wê jî em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan şopdarên fikrê wî bin."

Piştre, sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Ocalan û Komploya Navneteweyî ya li dijî wî hat pêşandan û civîn bi siloganên "Bijî Berxwedana Îmraliyê" û "Bijî Berxwedana Rêber Ocalan" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA