ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-2-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-2-2023
8 sibat, 2023   23:00

Şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo cenazeyê şervana YPJ`ê Nobel Tekoşer li goristana şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo têkildarî komploya navneteweyî sînevizyonek li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star der barê Komploya Navneteweyî de li Kampa Weşûkanî civînekê li dar dixe saet di 10 :00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên kantona Efrînê yên li kampên kantona Şehbayê dimînin, bi hemû hêza xwe hewl didin alîkariyê ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re pêşkêş bikin ku ji Helebê hatine herêmê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên rêveberiyên saziyên olî û civakî yên navçeya Şedadê pêwîstiya berdewamkirina pêngavên leşkerî yên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ`ê destnîşan kirin û diyar kirin ku ew piştgiriya van pêngavan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel di çarçoveya hemleya komkirina îmzeyan de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 892 hezar îmze li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Desteya Parastina Rêber Ocalan, Cibraîl Mistefa diyar kir ku cezayên dîspilînê yên dewleta Tirk a dagirker li Rêber Ocalan dibire, dijberî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên girtiyan in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Rojava li ser daxwaza Zanîngeha Connecticut a DYA’yê, peymanek akademîk pê re îmze kir. Bi vê yekê hejmara zanîngeh û peymangehên ku Zanîngeha Rojava pê re peyman îmze kirine, dibe 9. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd a herêma Firatê xebatên tenduristiyê ji şêniyên di nava konan de dimînin re pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Bendava Ataturk yek ji projeyên avî û projeyên derxistina kehrebeyê ya herî mezin e li Tirkiyê. Di nava 10 salan de hate avakirin. derdora 2 hezar û 400 megawat kehrebe derdixe. Li ser çemê Firatê, bi 80 kîlometre li rojavayê Urfayê û bi 600 kîlometre ji paytexta Tirkiyê Enqere dûr di nava bilindahiyên deşta Anatloyayê hatiye avakirin.

ANHA