Heta niha li dijî tecrîdê 892 hezar îmze hatine berhevkirin

Însiyatîfa Gel di çarçoveya hemleya komkirina îmzeyan de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 892 hezar îmze li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom kiriye.

Heta niha li dijî tecrîdê 892 hezar îmze hatine berhevkirin
9 sibat, 2023   04:26
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Hemleya berhevkirina îmzeyan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, berdewam e ku Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê 22`yê Çileya borî bi dirûşma “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin” ragihandiye.

Komîteyên têkildarî hemleyê heta niha zêdetirî 892 hezar îmze berhev kiriye. Hemle hîna berdewam e.

KANTONÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ

Li kantonên Efrîn û Şehbayê Însiyatîfa Gel derdora 30 hezar û 460 îmze li ser asta bajar, navçe û bajarokên her du kantonan ber hev kirin.

REQA, TEBQA Û DÊRAZORÊ

Li Tebqayê li gorî endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê Mehmûd El Îsa zêdetirî 100 hezar îmze li navçe û gundên girêdayî bajêr hatin berhevkirin.

Li gorî hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Lûey El Îsa li bajêr û gundewarê wê zêdetirî 170 hezar îmze hatine berhevkirin.

Li herêma rojavayê Dêrazorê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê Fatme Merwan ragihand ku derdora 5 hezar û 841 îmze hatina komkirin.

Berdevka Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojhilatê Dêrazorê Selam El Îsa diyar kir ku li herêma rojhilatê Dêrazorê zêdetirî 520 îmze hatine komkirin.

Herêma Firatê

Li kantona Kobanê jî, hevserokê Meclisa Kantonê Mistefa Îto diyar kir ku zêdetirî 51 hezar îmze hatine komkirin û eşkere kir ku hemle hîna berdewam e.

Berdevka Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê Asya El Hisên jî ragihand ku heta niza zêdetirî 120 hezar îmze li Minbicê hatine îmzekirin.

Herêma Cizîrê

Li kantona Hesekê, 200 hezar kes li gund, bajarok, navçe û bajarên kantonê tev li hemleya îmzeyan bûn.

Li kantona Qamişlo, zêdetirî 215 îmze li gund, bajarok, navçe û bajarên kantonê hatine berhevkirin.

Çaverêye ku hemleya berhevkirina îmzeyan heta 15`ê Sibatê anku salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî berdewam bike.

(şx)

ANHA