Li Girtîgeha Hatayê 3 girtî hatin kuştin

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Hatayê di dema îsyana duh de 3 girtî hatin kuştin.

Li Girtîgeha Hatayê 3 girtî hatin kuştin
9 sibat, 2023   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li beşek Girtîgeha Tîpa T a Hatayê, girtî û hikumxwarên edlî duh êvarê serî hildan.

Rayedarên Tirk li ser mijarê daxuyanî dan û bûyer weke 'hewldanek ji bo revê' pênase kirin. Hate ragihandin ku di bûyerê de 3 girtî hatine kuştin, 12 mehkûm jî birîndar bûne.