​​​​​​​Komploya Navneteweyî li Şamê bû mijara panelekê

Meclisa PYD`ê li paytexta Sûriyê Şamê der barê Komploya Navneteweyî de panelek li taxa Zorava li dar xist û bang li pêwîstiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

​​​​​​​Komploya Navneteweyî li Şamê bû mijara panelekê
8 sibat, 2023   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên taxa Zorava tev li panelê bûn. Di panelê de hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Şamê Fadil Bozan axivî û got: “Komploya Navneteweyî, bi serkêşiya dewletên kapîtalîst dest pê kir da ku rizgarkirina gelan asteng bikin. Felsefe û fikrê Rêber Abdullah Ocalan banga edalet û wekheviyê di navbera gelan û beşên civakê de û mafên kurdan dike. Ji ber wê komplo ji bo têkbirina têkoşîna rizgariyê li dar ket. Lê negihişt armanca xwe. Ji ber ku fikrê Rêber Ocalan azad e û rêya me ronî dike.”

Hevseroka Meclisa PYD`ê ya Şamê Zakre Ehmed destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji kesên destpêkê ye ku rizgarkirina jinan li Rojhilata Navîn bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” kir armanca xwe û wiha domand: “Li ser vê bingehê divê hemû jin, di salvegera komployê de çalakiyan li der bixin û li hember zordarê ku dixwaze vîna wan bişikîne, bisekinin.”

Endamê Rêveberiya Meclisa PYD`ê Mezlûm Yusif jî got: “Komploya 15`ê Sibatê ne tenê li dijî gelê Kurd û Serok Apo ye lê belê li dijî hemû gelan e ku banga mafên xwe dikin. Ji ber wê divê gel banga azadî û amfên xwe bikin. 15`ê Sibatê bikin roja mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê. Divê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn kar bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.”

Di dawiya panelê de teqezî bi pêwîstiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi rêya mezinkirina têkoşînê, hate kirin.

(şx)

ANHA