​​​​​​​Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê bang kir: Bi lez alîkariya sûriyan bikin

Desteya Rêveberiya Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê bang li desteyên NY û dewletên endamên Konseya Ewlehiyê, desteyên navneteweyî û herêmî yên têkildarî mafên mirovan, Xaça Sor û Heyva Sor kir ku bilez mudaxele bikin û alîkariya şêniyên Sûriyê bikin ku di encama erdhejê de zirar dîtine.

​​​​​​​Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê bang kir: Bi lez alîkariya sûriyan bikin
8 sibat, 2023   18:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyonê, rêxistin û desteyên têkildarî parastina mafên mirovan a Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li desteyên NY û dewletên endamên Konseya Ewlehiyê, desteyên navneteweyî û herêmî yên têkildarî mafên mirovan, Xaça Sor û Heyva Sor kir ku bi lez bên hawara sûriyan li dever û herêmên cuda yên Sûriyê ku di encama erdhejê de wêran bûne. Her wiha bi lez tev li xebatên lêgerînê û derxistina bi sedan malbatan ji bin kevilan bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em piştgiriya malbatên qurbaniyan û kesên zirar dîtine dikin. Em sersaxî ji yên jiyana xwe ji dest dane re û şifayê ji birîndaran re dixwazin. Em hêvî dikin ku bi lez kesên di bin kavilan de mane werin derxistin.”

Tê bibîrxistin ku Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê ji 92 rêxistinan, navendek û desteyekê li hundirê Sûriyê ne pêk tê.

(şx)

ANHA