Yekitiya Jinên Ciwan a Kampa Ebû Xeşeb Komploya Navneteweyî şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Kampa Ebû Xeşeb a Dêrazorê bi daxuyaniyekê bêdengiya navneteweyî û Komploya Navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîdê bi dawî bikin û wî serbest berdin.

Yekitiya Jinên Ciwan a Kampa Ebû Xeşeb Komploya Navneteweyî şermezar kir
8 sibat, 2023   17:17
DÊRAZOR

Daxuyanî li pêşiya avahiya Rêveberiya Kampa Ebû Xeşeb ji aliyê endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Rewda El Ewad ve bi beşdariya endamên tevgerê û nûnerên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zanûbya ya Kampa Ebû Xeşeb hate xwendin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên rejîma Tirk a faşîst li dijî rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em Rêber Abdullah Ocalan silav dikin ku li hember komploya faşîst tê dikoşe. Em şehîdan bi bîr tînin ku di bin dirûşma hûn nikarin roja me tarî bikin, canê xwe feda kir.”

Di dawiyê de bang li gel hat kirin ku dakevin kolanan, slogana “Azadiya Serok azadiya me ye, dem dema azadiya serokê me ye” berz bikin.

(şx)