​​​​​​​7 qurbaniyên erdhejê yên ji heman malbatê hatin veşartin

Cenazeyên 7 kesên ji heman malbatê ku li Bakurê Kurdistanê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabû, duh êvarê li Kobanê hatin veşartin.

​​​​​​​7 qurbaniyên erdhejê yên ji heman malbatê hatin veşartin
8 sibat, 2023   12:41
KOBANÊ

Cenazeyên 7 ferdên heman malbatê duh êvarê gihaştin Kobanê û li gundên Xizênê û Xelomer ên başûrê bajêr hatin veşartin.

Endamên malbatê di erdheja roja duşemê de, li herêma Keferdiz a girêdayî Dîlokê jiyana xwe ji dest dabû.

Navên qurbaniyan wiha ne: Şare Şêx Mihemed (60), ji gundê Berx Botan e û li gundê Xelomer zewicî bû, bûka wê Leyla Ehmed Misto (30) ji gundê Torman, zarokên wê Viyan Salih Ebdî (5), Xezale Salih Ebdî (7), Diyar Salih Ebdî (8). Neviya Şareyê Nesrîn Ismet Ebdî (19) ji gundê Xelomer û neviyê wê (kurê keça wê) Seîd Mihemed Seîd (13) ji gundê Xizênê.

Vê malbatê beriya çend salan ji bo kar berê xwe dabû Bakurê Kurdistanê.

Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê li herêma erdhejê dewam dikin. Li gorî agahiyan, hin qurbaniyên din ên ji Kobanê hene ku li herêmên erdhejê jiyana xwe ji dest daye.

(cx)

ANHA