Nasnameya şehîdeke YPJ`ê hat eşkerekirin

Fermandariya YPJ`ê ragihand ku şervana wan Sena Elî (Nûpel Têkoşer Dêrik) ya ku Çileya 2023`yan di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Eyn Îsayê birîndar bibû, di 7`ê Sibatê de şehîd bûye.

Nasnameya şehîdeke YPJ`ê hat eşkerekirin
9 sibat, 2023   06:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Tekoşîna me ya azadî û serxwebûna welat roj bi roj geştir dibe û çi dibe bila bibe, em ê doza azadiya gelan bi serkeftinê tacîdar bikin. Em ê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û mayîndekirina Şoreşa Jin ya Rojava tekoşîna xwe ye bêeman bê navber didomînin.

Hevrêya me Sena Elî bi nasnav Nûpel Tekoşer Dêrîk di sala 1999’an de li bajarê Dêrîkê ji dayik dibe. Bajarê Dêrîkê ku malavantiye gelek lehengên mezin ên tekoşîna azadiya gelan kir, bi vê çanda xwe ya welatparêz di nava şoreşa Rojava de jî bû wargeha keç û xortên leheng. Hevrêya me Nûpel jî di nava vê çanda berxwedêr de di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û  di sala 2018’an de tevlî nava refên YPJ’ dibe. 

Hevrêya me Nûpel weke jineke ciwan  di nava şert û mercên şoreşê de kesayata xwe ava kir û di nava şoreşê de bû xwedî kesayeteke pêşeng. Heval Nûpel di demeke kurt de hem di warê bîrdozî hem jî di warê leşkerî de xwe pêş xist. Bi kesayata xwe ye jîr û jêhatî jî her kêliya jiyana şoreşgerî  bi wate jiyan kir.

Hevrêya  me Nûpel di 18’ê Çileya 2023’yan de li Eyn Îsa di encama topbarana dewleta Tirk a li ser herêmê de birîndar bûbû û dihate dermankirin. Lê rûxmî hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û di 7’ê Sibata 2023’yan de gihîşt asta şahadatê.

Tekoşîna me ya  li hemberî dewleta Tirk a dagirker heta dawiyê tekoşîneke mafdar e. Ji bo vê yekê jî her hevalek me yên ku şehîd dibin, sozdariya me ya parastina ax û welat nû dikin. Em di serî da sersaxiyê ji malbata hevrêya xwe Nûpel û ji  tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em weke Yekiyên Parastina Jin em ê tola hevrêyên xwe hilînin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Nûpel Tekoşer Dêrik

Nav û Paşnav: Sena Elî

Navê Dayik: Taybet

Navê Bav: Ebdillah

Cih û Dîroka Şahadetê: 07.02.2023-Hesekê.

(cx)