Şêniyên Tebqayê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin

Bi sedan şêniyên Tebqayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî, xwepêşandanek li dar xist û diyar kir ku têkoşîna gelan dê pergala Îmraliyê têk bibe û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bîne.

Şêniyên Tebqayê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin
Şêniyên Tebqayê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin
Şêniyên Tebqayê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin
Şêniyên Tebqayê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin
Şêniyên Tebqayê: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan tê bikoşin
8 sibat, 2023   12:37
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê îro li dijî Komploya Navneteweyî ya di 15`ê Sibata 1999`an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan şênî, malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, birîndarên şer û endamên saziyan beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêran ji Taxa Yekem a bakurê bajêr dest bi meşê kir û dirûşmên li dijî komplo û dagirkeriyê berz kirin.

Li Çerxerêya Meyselûn a Taxa Duyemîn, xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx daxuyaniyek xwend.

Mihemed Şêx anî ziman ku di ser komployê re 24 sal derbas bûne, lê hîna jî Rêber Ocalan dîl tê girtin û îşkence lê tê kirin. Şêx diyar kir ku dema hatiye Rêber Ocalan di nava gel de be û divê cîhan li hember vê kiryara dûrî exlaq û mirovahiyê xwedî helwest be.

Şêx bang li hêzên navneteweyî, NY û civata navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, kar bikin.

Şêx di dawiya daxuyaniyê de got ew ê têkoşîna li gorî fikr û felsefeya Rêber Ocalan bidomînin, fikrên wî biparêzin û ji bo azadiya wî tê bikoşin.

(cx)

ANHA

إقرأ أيضاً