Çiya Kurd: Divê deriyên sînorî ji bo alîkariyan bên vekirin

Bedran Çiya Kurd di hevdîtina li gel nûnerê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Nicholas Granger de got divê deriyên sînorî, nemaze deriyê Til Koçer, ji bo derbaskirina alîkariyan ji herêmên erdhejê re, bên vekirin.

Çiya Kurd: Divê deriyên sînorî ji bo alîkariyan bên vekirin
8 sibat, 2023   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh nûnerê DYA’yê Nicholas Granger û hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd bi rêya Zoomê hevdîtin kir. Granger hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyên erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da û anî ziman ku welatê wî dê alîkariyên mirovî yên lezgîn bişîne herêmê.

Bedran Çiya Kurd jî li ser piştgiriya wê bi malbatên qurbaniyan re spasiya DYA`ê kir. Çiya Kurd, Granger li ser rewşa herêmê, bandorên erdhejê û astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser agahdar kir û diyar kir ku rewşa mirovî li herêmê bi erdhejê re girantir bû, ji lew re tê xwestin tevgereke bilez çêbe da ku astengiyên Ii pêşiya gihandina alîkariyên mirovî ji sûriyeyiyan re bên rakirin û got: “Divê deriyên sînor, nemaze deriyê Til Koçer, ji bo derbaskirina alîkariyan bên vekirin.”

(cx)

ANHA