Rêveberiya Efrîn û Şehbayê alîkarî da malbatên ji Helebê hatine

Rêveberiya Meclisa Kantonên Efrîn û Şehbayê rewşa kesên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine û li kamp û gundên Şehba û Şêrawayê bi cih bûne, şopand û alîkarî lê belav kir.

Rêveberiya Efrîn û Şehbayê alîkarî da malbatên ji Helebê hatine
Rêveberiya Efrîn û Şehbayê alîkarî da malbatên ji Helebê hatine
Rêveberiya Efrîn û Şehbayê alîkarî da malbatên ji Helebê hatine
Rêveberiya Efrîn û Şehbayê alîkarî da malbatên ji Helebê hatine
Rêveberiya Efrîn û Şehbayê alîkarî da malbatên ji Helebê hatine
8 sibat, 2023   11:33
ŞEHBA

Hevserokên Meclisa Kantonên Efrîn û Şehbayê Bekir Elo û Melek El Hisên û nûnerên saziyên meclisê, rewşa malbatên ku hatine kantona Şehbayê û li Kampa Serdem a gundê Til Sosîn bi cih bûne, şopand û soza peydakirina pêdiviyan û amadekirina cihên ewle da.

Bekir Elo ku ji ajansa me re aixvî û diyar kir ku heta vê sibehê zêdetirî hezar û 200 malbat ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê gihaştin Şehbayê.

‘RÊYA HELEB-ŞEHBAYÊ JI BER DORPÊÇÊ NE EWLE YE’

Elo got dibe ku hejmar zêdetir bibe û wiha dom kir: “Lê rêya Heleb-Şehbayê ji ber dopêça hikumet Şamê ya li ser herêmê, ne ewle ye.”

Elo destnîşan kir ku ew tevî derfetên kêm jî alîkariyên mîna madeyên xwarinê û pêdiviyên sereke didin şêniyan û got: “Şêniyan bi hev re alîkarî dan malbatên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine.”

Bekir Elo diyar kir ku ruxmî şert û mercên zehmet jî ew amade ne malbatên ji tevahî herêmên Sûriyeyê pêşwazî bikin.

(cx)

ANHA