​​​​​​​HRE: Dewleta Tirk di vê rewşa awarte de jî êriş dike û derewan belav dike

HRE’yê daxuyand ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên ku hêzên YPG’ê êrişî baregeheke artêşa Tirk a li Oncupinarê kiriye, derew in û diyar kir ku li wê deverê tu hêzên YPG’ê nîn in.

​​​​​​​HRE: Dewleta Tirk di vê rewşa awarte de jî êriş dike û derewan belav dike
7 sibat, 2023   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker derewandin.

HRE’yê da zanîn ku li devera ku Wezareta Parastinê ya dewlet Tirk îdia kiriye ku YPG’ê êrişî baregeheke wan kiriye, tu hêzên YPG’ê tune ne, li wê deverê hêzên HRE’yê hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de îdia kir ku hêzên YPG’ê ji Til Rifatê bi çekên giran êrişî baregeha artêşa Tirk a li Oncupinarê kiriye. Li Til Rifatê tu yekîneyên YPG’ê nîn in. Li herêma navborî hêzên me hene.

‘HÊZÊN ME DI VÊ PÊVAJOYÊ DE TU ÇALAKÎ LI DAR NEXISTINE’

Di vê pêvajoyê de ku gelên me yên herêmê bi erdhejeke rêjebilind ve rûbirû maye, hêzên me li hember baregehên dijmin tu êriş li dar nexistine. Ev îdiayên artêşa Tirk a dagirker ne rast in.

‘ARTÊŞA TIRK DUH HERÊMA TIL RIFATÊ TOPBARAN KIR’

Berovajiyê îdiayên wan, yên ku li hember heremên me êrişan li dar dixin ew bi xwe ne. Artêşa Tirk a dagirker duh (6’ê Sibatê) herêma Til Rifatê –ku ev herêm jî herêmek e ku erdhejê di astekî bilind de bandor lê kiriye- topbaran kir. Gelê me di erdhejê de jî rastî êrişên artêşa Tirk hat.

‘ÎDIAYÊN DEWLETA TIRK JI BO BEROVAJÎKIRINA RASTIYÊ NE’

Ev daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya artêşa Tirk derew e û ji bo berovajîkirina rastiyê hatiye belavkirin.

Em ji bo malbatan û hemû mirovan ku di erdhêjê de jiyana xwe ji dest daye, sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn dixwazin.”