Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên erdhejê banga lezgîn kir

Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên erhejê yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi taybet ji bo yên li Şêxmeqsud banga alîkariya lezgîn li saziyên navnetewî kir.

Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên erdhejê banga lezgîn kir
7 sibat, 2023   13:00
QAMIŞLO

Heyva Sor a Kurd derbarê mijarê de li Staydyoma 12`ê Adarê ya Qamişloyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî ji hêla Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dixtor Hesen Mihemed Emîn ve bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayîn.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn bibîr anî ku  6` ê Sibatê (2023) li bajarê Mereş ê Bakurê Kursistanê erdhejên mezin çêbûne û li piraniya Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûye sedema hilweşîn û windahiyên canî.

Hesen Mihemed Emîn da zanîn ku di erdhejê de gelek ziyanên canî û madî çêbûne, lewma Heyva Sor a Kurd bi hevkariya şaredariyên gel, Desteya Tenduristî, meclisên bajaran û hêzên parastinê ji bo alîkariya mexduran ketiye nava liv û tevgerê.

Hesen Mihemed Emîn diyar kir ku wan di vê çarçoveyê de li gelek cihên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê navendên bi ewle hatine diyarkirin, li van deran kon hatine vedan, alîkariya tenduristiyê tê kirin, ekîbên tenduristiyê û ambulans 24 saetan ji bo xizmetê amade ne.  Hesen Emîn got ku di van konan de her wiha pêwistiyên jiyanî tên pêşwazîkirin.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn destnîşan kir ku wan ji bo gelê Helebê jî alîkarî şandiye.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn banga lezgîn li tevahî saziyên navnetewî yên eleqedar kir ku ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanî û dermanan xwe bigihînin Bakur û Rojhilata Sûriyeyê.

Dixtor Hesen Mihemed Emîn da zanîn ku saziyên navnetewî dikarin bi riya Heyva Sor a Kurd xwe bigihînin cihên erdhejê, bi taybet xwest ku alîkariya gelê taxa Şêxmeqsud a Helebê bê kirin.

 Dixtor Hesen Mihemed Emîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku eger bê xwestin ew amade ne alîkariya mexdurên erdhejê yên li herêmên di kontrola Hikûmeta Şamê de.

ANHA