​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine

Meclisa Tenduristî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên dorpêçkirî li gorî derfetên xwe alîkariyê dide mexdûrên erdheja ku herêmên cuda yên Sûriyeyê pê bandor bûne.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine
​​​​​​​Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê alîkariyê didin kesên ji erdhejê zirar dîtine
7 sibat, 2023   13:20
 HELEB-MIHEMED EBDO

Ji bo sivikkirina encamên erdheja ku duh berbangê li herêmê qewimiye, Meclisa Tendurisityê ya taxên Şêcmeqsûd û Eşrefiyê hemû derfetên xwe seferber kirine.

Bi însiyatîfa meclisê, vê sibehê hejmareke bijîşk, hemşîre û dermanfiroşan berê xwe da kon û stargehên ji bo şêniyan hatine amadekirin da ku xizmetên tenduristiyê pêşkêşî şêniyan û zarokan bikin.

Hevserokê Meclisa Tenduristî Dr. Neşet Zîbarî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku tîmên wan ên tenduristiyê bi hemû derfetên xwe alîkariyê didin her kesê ku ji ber erdhejê zirar dîtiye.

Ji beriya 5 mehan de, Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê dorpêç daniye ser her du taxan, nahêle madeyên sereke, sotmenî û derman bikevin herêmê.

Fewzî Mihemed ku ji ber erdhejê zirar dîtiye, spasiya Meclisa Giştî û her kesê ku alîkarî daye wan kir û got: “Avahiya em lê dimînin zirar dîtiye, ji niha pê de em nikarin tê de bi cih bibin.”

Mihemed bang li aliyên têkildar kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dorpêçê bi dawî bike û alîkariyan bide her du taxan. Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo derbaskirina vê karesatê destê alîkariyê dirêjî wan bike.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê, bîlançoya kesên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di erdhejê de birîndar bûne gihîştiye 43 kesan, ku 2 ji wan zarok û 17 jin in. Ajansa me navên 39 kesan ji wan belge kiribû.

(cx)

ANHA