Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariya a Tebqayê û Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo veguhestina şênî û xwendekarên ji bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Helebê mane, tedbîrên lezgîn girtin. Li qad û parkên giştî jî bi dehan kon vedan.

Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê
Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê
Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê
Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê
Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê
Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê
Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê
Li Reqa û Tebqayê ji bo mexdûrên erdhejê xebatên alîkariyê
7 sibat, 2023   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şarêdariyan a Tebqa û Reqayê li ser bangewaziya xwendekarên zanîngehan ên li bajarê Helebê, ji bo veguhestina wan ji bajarên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re piştî erdhejê, tedbîr girtin.

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Tebqayê Ebid El Hemîd El Ebdulî diyar kir ku 4 otobusên mezin û hejmarek din a erebeyan ber bi bajarê Helebê ve bi rê ketine, da ku şêniyên ji Helebê bînin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêvebera Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û gelek welatiyan duh jî 5 kon û strageh li bajêr ji bo rewşên awarte amade kirin.

Kon li parka Taxa Yekem, li Taxa Duyem jî li hember Dibistana Meyselûn, li Taxa Sêyem jî li lîstokgehê, taxa Meqasêm û li pişt avahiya trafîkê, hatin danîn. Her wiha hola Mizgefta Miseb Bin Umêr li Taxa Yekem û hola Mizgefta Huzeyfe bin El Yeman li Taxa Sêyemîn hatin amadekirin.

Li wan konan pêdiviyên sereke mîna mazot, sobe, betanî û sifinc hatin zêdekirin û erdê wan bi temamî hat raxistin.

Meclisa Sivîl a Reqayê tevî hejmarek welatiyan li park, yarîgeh û qadên dûrî avahiyan kon danîn.

Kon li van deveran hatin danîn; li parka trafîkê 8 kon, li parka Bustan 2, li taxa Seknê li parkên şaxî 3 kon, li çarxerêya “Ewlehiya Dewletê” ya berê konek, li qada Meclisa Giştî 3 kon hatin danîn, şêniyên Reqayê jî bi dehan konên biçûk danîn.

Duh êvarê, Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya şêniyan mazot û xwarin da malbatên li konan bi cih bûne, her wiha kon raxistin û hemû pêdivî peyda kirin.

Welatiyê bi navê Ehmed Xanim ji ber alîkariya wan, spasiya meclisê û şêniyan kir û diyar kir ku ev însiyatîf hevkarî û yekdestiya şêniyan nîşan dide.

Ji bo bersivdayîna bangewaziyên xwendekar û şêniyên li bajarê Helebê jî, Yekitiya Ajokaran a girêdayî Rêxistinên Civaka Sivîl 7 otobusên mezin û zêdetirî 20 servîs vê sibehê şandin Helebê da ku welatiyên ji wir bînin Reqayê û bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li gorî hevserokê Yekitiya Ajokaran a Reqayê Hesen Xabûr, hejmarek şîrketên veguhastinê yên Reqayê amade ne şênî û xwendekaran bê pere veguhêzin.

Xabûr destnîşan kir ku wan otobus û erebeyên din ên veguhastinê bi mazotê dagirtine, da ku barê ajokaran sivik bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tîmên ambulans û rewşên awarte yên li Tebqa û Reqayê 24 saetan li bajar û gundan ji bo rewşên awarte amade ne.

ANHA