Meclisa Kantona Şehbayê: Em amade ne pêşwaziya mexdûrên erdhejê bikin

Meclisa Kantona Şehbayê ragihand ku ew amade ye pêşwaziya mexdûrên erdhejê bike. Meclisê bang li hikumeta Şamê jî kir ku ambargoya li ser kantonê rake.

Meclisa Kantona Şehbayê: Em amade ne pêşwaziya mexdûrên erdhejê bikin
7 sibat, 2023   07:34
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ziyanên mezin ên madî û canî gihandin xelkê rojhilatê Sûriyeyê jî.

Hevseroka Meclisa Kantonên Efrîn û Şehbayê Melek El Hisên bi daxuyaniyekê ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest.

Melek bang li mexdûrên erdhejê kir û got: "Em bang li şêniyên xwe yên li Helebê û û tevahî herêmên ku ziyan dîtine, dikin ku werin Şehbayê."

Melek El Hisên bang li hikumeta Şamê jî kir ku ambargoya li ser kantonê bi dawî bike. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û xwecih kir ku alîkariyên mirovî pêşkêşî qurbaniyên erdhejê bikin.

(bb)

ANHA