​​​​​​​Li Sûriyeyê hejmara miriyan bû hezar û 508

Bîlançoya mexdûrên erdhejê li Sûriyeyê girantir dibe. Heta niha hezar û 508 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar û 605 kes jî birîndar bûne.

​​​​​​​Li Sûriyeyê hejmara miriyan bû hezar û 508
7 sibat, 2023   07:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh berbangê bi pileya 7.6 li Bakurê Kurdistanê, bakur û naverasta Sûriyeyê erdhej çêbû û li herêmên bakur û rojhilatê Lubnanê û rojhilatê Deryaya Spî jî hat hîskirin. Heta niha bi sedan kes bûne qurbanî û gelek avahî wêran bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê îro ragihand ku heta niha li bajarên Heleb, Hema, Lazîqiyê, Tartûs û gundewarên Idlibê 769 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 448 kes jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku bîlançoya Wezareta Tenduristiyê, tenê herêmên hikumeta Şamê digire nava xwe.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihand ku ji ber erdhejê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 57 kes jî birîndar bûne.

Li gorî bîlançoyên ji herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de derketine jî, 733 kesan jiyana xwe ji daye û zêdetirî 2 hezar û 100 kes birîndar bûne.