PYD’ê li ser Komploya Navneteweyî semînerek da

Partiya Yekitiya Demokratîk li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan semînerek da.

PYD’ê li ser Komploya Navneteweyî semînerek da
PYD’ê li ser Komploya Navneteweyî semînerek da
PYD’ê li ser Komploya Navneteweyî semînerek da
PYD’ê li ser Komploya Navneteweyî semînerek da
PYD’ê li ser Komploya Navneteweyî semînerek da
7 sibat, 2023   09:49
 HESEKÊ

Hemwextî nêzîkbûna salvegera 24`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Şedadê ya Hesekê semînerek li dar xist.

Semîner li navenda partiyê ya li navçeyê bi amadebûna bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl li dar ket.

Di semînerê de sînevîzyoneke têkildarî nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser komployê hate nîşandan.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Raid Derwêş di semînerê de wiha axivî: “Komploya li dijî rêber Ocalan ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve hat sazkirin, lê belê dewletên mezin ên cîhanê jî tê de cih girt. Armanc jê, di şexsê Rêbertî de tunekirina rastiya gelan bû.”

Derwêş anî ziman ku ji dema revandina rêber Ocalan di 1999`an de dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran lê ferz dike û nahêle ku bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike û got: “Wek berdewama vê komployê, cezayên derqanûnî lê tên birîn.”

Derwêş got rêber Ocalan ji bo tevahî pirsgirêkên li cîhanê û Rojhilata Navîn çareseriya herî guncaw pêşkêş kir û wiha dom kir: “Wî projeyeke demokratîk ku mafên gelên herêmê misoger dike, pêşkêş kir. Ji lew re dewletên kapîtalîst li dijî Rêbertî komplo pêk anî, da ku gelan di bin hegemonyaya xwe de bihêlin.”

ANHA