Bi tiliyên xwe yên biçûk wêneyên rêber Ocalan çêdikin

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî de, zarokên Qamişloyê amadekariyên pêşangeha “Kes nikare roja me tarî bike” dikin. Zarokan wêneyên rêber Abdullah Ocalan neqişandine û dê beşdarî pêşangehê bibin.

Bi tiliyên xwe yên biçûk wêneyên rêber Ocalan çêdikin
Bi tiliyên xwe yên biçûk wêneyên rêber Ocalan çêdikin
Bi tiliyên xwe yên biçûk wêneyên rêber Ocalan çêdikin
7 sibat, 2023   04:26
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Komîteya Şilêr a Şopandina Rewşa Zarokan bi hatina 24`emîn salvegera Komploya Navneteweyî re ku li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, amadekariyên vekirina pêşengekê bi navê “Kes nikare roja me tarî bike” dike.

35 zarokên ji Qamişloyê bi 40 tabloyan beşdarî pêşangehê dibin ku wêneyên rêber Abdullah Ocalan xêz kirine.

Endama Komîteya Şilêr a Şopandina Rewşa Zarokan Lorîn Elî ji ajansa me re diyar kir ku ew dixwazin bi rêya vê pêşangehê balê bikşînin ser tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, pê re jî şermezarkirina xwe nîşan bidin û got: “Em bidin zanîn ku hêzên komploger çi bikin jî ew dê îradeya gelê ku banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin, nikarin bişikînin.”

Lorîn da zanîn ku temenê zarokên ku dê bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê bibin, ji 7 saliyê dest pê dike û wiha pê de çû: “Me serdana mala zarokê bi navê Fûad Yûnis (13) kir ku ew jî dê bi tabloya xwe beşdarî pêşangehê bibe. Fûad Yûnis got em dixwazin bi rêya van wêneyan hezkirina xwe ji Serok re nîşan bidin.”

Pêşangeh dê 12`ê Sibatê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê were lidarxistin.

(sb/şx)

ANHA