​​​​​​​Li stasyona avê ya Hilêliyê depoyekî nû tê avakirin

Rêvebriya Avê ya kantona Qamişlo li stasyona avê ya Hilêliyê depoyekî nû yê avê ku têra 3000 metrokap dike, ava dike. Çavdêrê projeyê diyar kir ku bi vê gavê re dê saetên dayîna avê ji bajarê Qamişlo re zêdetir bin û beşekî pirsgirêka avê were çareserkirin.

​​​​​​​Li stasyona avê ya Hilêliyê depoyekî nû tê avakirin
7 sibat, 2023   03:20
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Ji dawiya Çileyê de Rêveberiya Avê ya kantona Qamişlo dest bi projeya avakirina depoyê sêyemîn li stasyona avê ya Hilêliyê ya rojavayê bajêr kir.

Stasyona avê ya Hilêliyê mezintirîn her sê stasyonên avê yên Qamişlo ye û ji sedî 70 avê dide bajêr. Stasyon ji 52 bîrên avê, 2 depoyên bejahî (her yek ji wan têra 3000 metrokap dike), 2 holên dayîna avê ji xeterên sereke yên taxan re pêk tê, ku yek ji wan di meha borî de hat restorekirin.

Li gorî Rêveberê Beşa Lêkolînan a Rêveberiya Avê ya kantona Qamişlo û çavdêrê projeyê Merwam Hisên, ev proje xwedî girîngiyek mezin e.

Hisên diyar kir ku pêdivî bi depoyekî sêyemîn heye û got: “Wê depo têra 3000 metrokap bike, eger hawirdora guncaw ji bo xebatê peyda bû tê payîn ku depo di 4 mehan de amade be. Lêçûna projeyê 500 hezar doldar e.”

Hisên destnîşan kir ku avakirina depo wê ji bo zêdekirina saetên dayîn avê li Qamişlo, sûdek mezin be û rê bide wan ku her du depoyên din ên mayîn jî restore bikin, ji ber ku yek ji wan kevn û pêwîst e were restorekirin.

Gelek caran li taxên Qamişlo pirsgirêka avê derdikeve, ji lew re pêdivî bi projeyên xizmetguzariyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê heye.

Hisên wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Rêveberiya Avê niha girîngiyek mezin dide stasyona Hilêliyê û stasyonên din ên avê didin şêniyan. Dê projeyên din ên xizmetguzariyê hebin.”

Li bajarê Qamişlo sê stasyonên avê hene: Stasyona El Uwêce (14 bîr), Ceqceq li başûrê bajêr (13 bîr), Hilêliyê li rojavayê bajêr (52 bîr) hene. Çavkaniyekî din ê avê jî heye, ew jî bendava Sefan e (6 km li başûrê Dêrikê) ku bi rêya sê komên ji torên avê, avê dide bajêr.

(zh/cx)

ANHA