​​​​​​​Welatiyê ji êrişa Tirkiyeyê filitiye: Li cihê êrişê gelek welatî hebûn

Piştî 3 hefteyan (21 roj) li ser birîndariya wî, welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Salim detayên roja êrişê wiha vedibêje: “Cihê êriş lê çêbûye bi welatiyan dagirtî bû.”

​​​​​​​Welatiyê ji êrişa Tirkiyeyê filitiye: Li cihê êrişê gelek welatî hebûn
6 sibat, 2023   23:37
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Ehmed Salim dema ku bi motorsklêta xwe ji navçeya Çilaxa diçû gundê Girê Mergê yê navçeya Tirbespiyê, di êrişa dewleta Tirk a dagirker a dijî erebeyekê li ser rêya Qamişlo-Dêrikê li xaçrêya gundê Maşûqê li nêzî rawestgeha Arî, di 18`ê Çileyê de birîndar bibû.

Heyva Sor a Kurd, Ehmed Salim ê birîndar radike nexweşxaneyek bajarê Qamişlo û kadroyên tenduristiyê wî rizgar dikin û bi çend emeliyetan parçeyan ji laşê wî derdixin.

Piştî 3 hefteyan (21 roj) ji birîndariya wî, nûçegihanê me yê navçeya Tirbespiyê serdana mala Ehmed a li gundê Girê Mergê kir û bi wî re hevpeyvîn çêkir.

Ehmed ku hîna jî ji ber birîndariyê êşê dikişîne, detayên “wê roja bi êş” wiha vegotin: “Piştî karê min li navçeya Çilaxa bi dawî bû, ez vedigeriyam malê. Dema ku gihîştim nêzî rawestgeha Arî, ez birîndar bûn. Min nizanî çi qewimî, tenê min zanîbû ku Heyva Sor ez rakirime nexweşxaneyê.”

Ehmed Salim anî ziman ku di dema êrişê de, cihê hatî hedefgirtin bi welatiyan dagirtî bû û gelek kes birîndar bûne. Salim diyar kir ku ew ê li hember hemû êrişên dagirkeriyê yên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bidin.

Di ecnama heman êrişê de, welatiyê bi navê Ebdurehman Hisên Hesam ê ji gundê Kihêna Dirêj ê herêma Koçerat a Dêrikê birîndar bibû û di 24`ê Çileyê de şehîd bû.

Her wiha zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim ku di heman êrişê de birîndar bibû, di 21`ê Çileyê de şehîd bû. Welatiyê bi navê Ehmed Elî yê ji navçeya Dêrikê jî di roja êrişê de şehîd bibû.

(cx)

ANHA