Rojeva Navenda Nûçeyan a 7-2-2023

Rojeva Navenda Nûçeyan a 7-2-2023
6 sibat, 2023   23:00

Şêniyên bajaroka Ciriniyê ya gundewarê Tebqayê çalakiya konvedanê ya bi daxwaza azadiya Rêber Ocalan, bi dawî dikin. Saet di 12:00`an de. (bi wêne û dîmen)

Malbatên şehîdan ên bajarê Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û destnîşan kirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, hevkariya wan bi dagirkeran re nîşan dide. (bi wêne û dîmen)

Piştî 3 hefteyan (21 roj) li ser birîndariya wî, welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Salim detayên roja êrişê wiha vedibêje: “Cihê êriş lê çêbûye bi welatiyan dagirtî bû.” (bi wêne û dîmen)

Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî de, zarokên Qamişloyê amadekariyên pêşangeha “Kes nikare roja me tarî bike” dikin. Zarokan wêneyên rêber Abdullah Ocalan neqişandine û dê beşdarî pêşangehê bibin. (bi wêne û dîmen)

ANALÎZ

Nêçîreke pir biha bû, lewma pêwîstî bi xefikeke piralî hebû û destê gelek hêzên veşartî jî di navde bû. Di nêçîrê de bi ser ketin û ew revand. Piştre wek diyariyekê radestî Tirkiyeyê kirin ku xwedî nasnameyeke têkel a ewropî û asyayî ye. (bi wêne)

CIVAK Û JIYAN

Rêvebriya Avê ya kantona Qamişlo li stasyona avê ya Hilêliyê depoyekî nû yê avê ku têra 3000 metrokap dike, ava dike. Çavdêrê projeyê diyar kir ku bi vê gavê re dê saetên dayîna avê ji bajarê Qamişlo re zêdetir bin û beşekî pirsgirêka avê were çareserkirin. (bi wêne û dîmen)

ANHA