​​​​​​​'Hêzên navneteweyî hevkarên dewleta dagirker ên êrişên kîmyewî ne'

Malbatên şehîdan ên bajarê Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û destnîşan kirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, hevkariya wan bi dagirkeran re nîşan dide.

​​​​​​​'Hêzên navneteweyî hevkarên dewleta dagirker ên êrişên kîmyewî ne'
7 sibat, 2023   01:25
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Ji 23`ê Nîsana 2021`an de, dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di êrişan de çekên kîmyewî û gazên jehrî bi kar tîne û hewl dide dagirkerî û siyaseta qirkirinê li dijî gelên Kurdistanê bigihîne serî.

Li gorî bîlançoya 2022`yan a Navenda Ragihandinê ya HPG`ê, artêşa Tirk a dagirker 3280 êrişên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî pêk anîne. Ruxmî ku fermandariya HPG`ê û KCK`ê bi dehan caran ji bo lêkolînkirina êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê bangawazî kirin jî, lê belê dewletên Ewropayê mijarê paşguh dikin û nakevin tevgerê.

Bertekên malbatên şehîdan ên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, dewam dikin.

Birayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Îsmaîl Moro, Xelîl Moro êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî, şermezar kirin.

Moro diiyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî gerîla, têkbirina îradeya gelên Kurdistanê û tunekirina projeya demokratîk a gelên Kurdistanê ye.

Moro destnîşan kir ku gerîlayên HPG`ê û YJA Starê Kobanê û Şenga parastin û rizgar kirin û got: “Divê hêzên navneteweyî ji ber berxwendana wan a li hember xeternaktirîn komên terorîst (DAIŞ), gerîlayan xelat bike, ne ku çavên xwe li êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla bigire.”

Hevjîna endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Hemîd Newaf, Şêxe Xelîl jî bal kişand ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember êrişên bi çekên qedexekirî yên dewleta Tirk a dagirker, nîşan dide ku di navbera wan û dewleta dagirker de lihevkirin heye.

'EM Ê LI KÊLEKA GERÎLA BIN Û LI HEMBER DAGIRKERIYÊ LI BER XWE BIDIN'

Bavê gerîlaya şehîd Bêrîvan Dawe, Şerîf Dawe jî bang li tevahî gelên Kurdistanê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin û piştgiriyê bidin gerîla û wiha axivî: “Em ê li hember êrişên dewleta dagirker destgirêdayî nemînin. Em ê li kêleka zarokên xwe yên gerîla bin. Em ê bi hemû rêbazên rewa li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin. Gerîla îradeya gelê me ji bo pêkanîna serkeftinê ye.”

(cx)

ANHA