Desteya Tenduristiyê: Di erdhejê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 44 jî birîndar bûn

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa bîlançoya destpêkê ya erdhejê diyar kir. Ciwan Mistefa diyar kir ku 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 44 kes jî birîndar bûne.

Desteya Tenduristiyê: Di erdhejê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da, 44 jî birîndar bûn
6 sibat, 2023   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî. Ciwan Mistefa bîlançoya destpêkê ya qurbaniyên erdhejê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir.

Ciwan Mistefa daxuyand ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 33 kes jî birîndar bûne, li Şehbayê 5 kes birîndar bûne, li Kobanê 4 kes û li Minbicê jî 2 kes birîndar bûne.

Mistefa diyar kir ku tevahî nexweşxaneyên Rêveberiya Xweser amade ne pêşwaziya birîndarên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên derveyî wê bikin.

(bb)