Li Mereşê erdheja duyemîn

​​​​​​​Li Mereşê piştî erdheja mezin a serê sibehê, erdehejek din a mezin bi pîleya 7.5 çêbû.

Li Mereşê erdheja duyemîn
6 sibat, 2023   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakûrê Kurdistanê îro saet di 04.17’an de erdhejek ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê ye, pêk hat. Serokiya Rêvebiriya Rewşên Awarte û Afatan a Tirkiyeyê (AFAD) destpêkê şîdeta erdhejê wekî 7.4  dabû, lê piştre ev daxuyaniya xwe nû kir û pîle wekî 7.7 guhert.

Piştî erdheja ku li gelek bajarên Kurdistan, Tirkiye û Bakûr Rojhilatê Suriyeyê bû sedema hilweşîn û windahiyên canî, erdhejên şopdar jî didomin.

Navenda Têkildarî Erdheja n a bi navê Kandilli ya Tirkiyeyê, diyar kir ku saet di 13.24’an de erdhejek din a bi pîleya 7.5 çêbûye. Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Gozpinar a Mereşê ye û 16.4 kîlomtre li binê erdê pêk hatiye.

Erdhej li gelek bajarên derdorê û bajarên Qamişlo, Reqa û Kobanê yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî bi dijwarî hat hîskirin.