Li Şêladizê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Di çalakiyeke gerîlayan de li nêzî gundê Sîda yê Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li Şêladizê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
6 sibat, 2023   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di encama çalakiya hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.

Çeperên berxwedanê yên gerîla ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi dehan carî bi tank û çekên giran hatin bombekirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrişan bi vî rengî ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

5'ê Sibatê saet di 18:30'î de li navçeya Şêladizê ya Amediyê bi çalakiya gerîla ya koordîneyî li dagirkerên li derdora gundê Sîdayê hate xistin. Hêzên me xwe berdan nava dagirkeran û bi çekên giran lê dan. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

5'ê Sibatê li navçeya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora gundê Sîdayê bi dehan caran bi çekên giran û tankan hatin bombekirin."