​​​​​​​Erdhejê bajarên Suriyeyê jî hilweşandin: 111 kesan jiyana xwe ji dest da – HAT NÛKIRIN

Erdheja di saetên destpêkê yên îro de li Bakûrê Kurdistanê pêk hat, li bajarên Suriyeyê jî gelek avahî hilweşandin. Li gorî rayedarên Suriyeyê heta niha 111 kesan jiyana xwe ji dest daye û 516 kes birîndar bûne.

​​​​​​​Erdhejê bajarên Suriyeyê jî hilweşandin: 111 kesan jiyana xwe ji dest da – HAT NÛKIRIN
6 sibat, 2023   05:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Erdhejên ku li bajarên Mereş û Dîlokê yên Bakûr li pey hev bi pîleya 7.4, 6.4 û 6.5 pêk hatin, li Suriyeyê jî rê li ber ziyanek mezin a canî û madî vekir. Rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê diyar kirin ku li bajarên Heleb, Hema, Tertus û Laziqiyeyê bi sedan avahî hilweşiyane û heta niha 111 kesan jiyana xwe ji dest daye, 516 kes jî birîndar bûne.