Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da - HATE NÛKIRIN

Ji ber erdheja dijwar ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ye, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê jî 6 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da - HATE NÛKIRIN
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da - HATE NÛKIRIN
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da - HATE NÛKIRIN
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da - HATE NÛKIRIN
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê 6 kesan jiyana xwe ji dest da - HATE NÛKIRIN
6 sibat, 2023   06:08
HELEB

Erdheja ku îro li navçeya Bazarcix a Mereşê û navçeyên Nurdaxî û Islahiye yên Dîloke bi pileya 7.4 pêk hat, taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê jî hejandin û li her du taxan jî avahî hilweşiyan.

Li gorî agahiyên rayedarên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqûsdê, li her du taxan avahî hilweşiyane û 6 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji kesên jiyana xwe ji dest da, navê Sandar Îbo (11), Rewan Îbrahîm (16) û Xalid Hemo (26) hatin zanîn.

Her wiha tevî zarokekî, bi giştî 11 kes birîndar bûne.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qjBnsRtz39g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>