Rojnameyên erebî: Îran ji nêzîkbûna Şam û Enqereyê ne razî ye

Rojnameyên îro behsa nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, aloziya Lubnanê û rewşa Îranê kir.

Rojnameyên erebî: Îran ji nêzîkbûna Şam û Enqereyê ne razî ye
6 sibat, 2023   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GEFÊN ÎRANÊ YÊN TÊKBIRINA HEWLDANÊN NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ’

Der barê rewşa Sûriyeyê de rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Nevexwendina Îranê ji bo civînên li ser asta şandeyên leşkerî yên di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyeyê de yên bi navbeynkariya Rûsyayê, vê yekê nîşan dide ku diyar e metirsî hene ku Îran projeya siyasî asteng bike. Li gorî raporên çapemeniyê, Îran ji van dan û standinan ne razî ye, ji ber ku ev yek gefê li hebûna wê ya li qada Sûriyeyê dixwe.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê roja şemiyê ragihand ku dê di vê Sibatê de civînek li ser asta şandeyên leşkerî yên Rûsya, Tirkiye û rejîma Sûriyeyê were lidarxistin. Di daxuyaniya Wezareata Karên Derve ya Rûsyayê qala beşdarbûna şandeya Îranê di dan û standinan de nehat kirin.

Li gorî raporên çapemeniyê, Îran ji dan û standinên ne razî ye û ev yek bû sedema parçebûnê di navbera tevgerên siyasî yên Îranê de.

Lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman anî ziman ku Îran bi fikar li pêşketina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê dinêre. Îran dibîne ku pêşketina têkiliyên her du aliyan dibe ku bandorekê li hebûna Îran a li hundirê Sûriyeyê bike.

Şîrovekarên siyasî dibêjin vegera têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê dê rola Îran a li Sûriyeyê kêm bike.”

‘DI ÇARÇOVEYA LÊPIRSÎNA DER BARÊ TEQÎNA LI BENDERA BEYRÛTÊ DE ROJEKE GIRÎNG’

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya El Beyan wiha nivîsand: "Çavê Lubnaniyan li Parîsê ye, ku dê hevdîtina pêncalî ya nûnerên Fransa, DYA û dewletên erebî were lidarxistin û der barê valahiya cihê serokkomarê de name derkevin. Lê ya herî girîng dê li Koşka Edil a Beyrûtê be ku dê bibe şahidê qonaxeke nû di rûbirûbûna dadwerî de, ku berî du hefteyan di navbera cîgirê giştî yê dadgeha temyîzê, dadwer Xesan Iwêdat û vekolînerê edlî yê dosyaya teqîna bendera Beyrûtê dadwer Tariq El Bîtar de derketibû.

Tê texmînkirin ku ev pêvajoya nû ya rûbirûbûnê ya îro ya di navbera Iwêdat û Bîtar de wê ya herî dijwar û xeternak be. Dibe ku nîşaneyên rageşiyeke nû saz bike.”

‘NAKOKÎ DI NAVBERA XATEMÎ Û MOWSUWÎ DE TÊKILDARÎ REFORMKIRINA PERGALÊ’

Girêdayî rojeva Îranê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Duh nîşaneyên parçebûnê di navbera serokê îranî yê berê Mihemed Xatemî û hevalbendê wî Huseyîn Mûsawî de xuya bûn.

Xatemî di daxuyaniya bi boneya salvegera 44'an a şoreşa îslamî de banga vegerîna li giyanê destûra heyî kir. Her wiha daxuyand ku civak ji hemû aliyan ve aloz e. Lê di heman demê de daxwazên hilweşandina rejîmê red kirin. Xatemî got desthilatdaran li hember pêkanîna guhertinan û derbaskirina şaşiyan tu helwesetek nîşan nedaye. Ji ber ku êdî gel ji rejîma siyasî bê hêvî maye.

Xatemî diyar kir ku razîkirina beşeke biçûk a civakê, şaşiya herî mezin a pergalê ye. Li hember wê jî piraniya civakê hêviyên xwe yên siberojeke baştir ji dest daye.

Her wiha Elî Xamîneyî efûkirina bi hezaran girtiyan erê kir. Ji bo ku girtî sûdê jê bigirin divê poşmaniya xwe nîşan bidin û sozeke nivîskî bidin.”