​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-2-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-2-2023
5 sibat, 2023   23:00

Yekitiya Jinên Êzidî ya navçeya Tirbespiyê têkildarî Komploya Navneteweyî semînereke li nivîsgeha xwe ya navçeyê li dar dixe saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarokê Cirniyê yê Tebqayê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist. Delegeyên ku beşdarî konferansê bûne, diyar kir “Wek jinên ciwan em ê li hember tecrîda girankirî, birêxistinûbna xwe xurt bikin û têkoşîna xwe geş bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêverberên Akademiya Civaka Demokratîk a Minbicê gotin CPT’ê bi erka xwe ranabe, lê belê xizmeta berjewendiyên dewletan dike, her wiha komîte li hember rewşa girtîgeha Îmraliyê bêdeng dimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Miwefeq El Ehmed hikûmeta Şamê ji nêzîkbûna bi dewleta Tirk a dagirker re hişyar kir û got: ”Divê hikûmeta Şamê kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker bi serê Sûriyê û gelê wê de pêk anîne ji bîr neke.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Piştî çend rojên din salavgera 24ʹan a revandina birêz Abdullah Ocalan e. Ev bûyer dilê Kurdan û tevahî hezkiriyên aştî, edalet û demokrasiyê êşand. Birêz Abdullah Ocalan sembola doza kurdî ye, xwediyê projeya neteweya demokratîk e ku projeya herî mezin a aştî û jiyana hevbeş li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye. (BI WÊNE)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û berpirsên DYAʹyê li ser mijara hinartina gaza Misirê û kehrebeya Urdunê bo Lubnanê di nava nîqaşan de ne. Di her carekê de ku Wezareta Enerjî û Saziya Kehrebeyê ya Lubnanê şertên navneteweyî bi cih tîne, ev alî astengiyên nû li pêşiya bidestxistina 4 saetên din ên kehrebeyê derxin. (BI WÊNE)

ANHA