Li Bakûrê Kurdistanê erdheja mezin: Gelek windahiyên can û mal hene 

Li navçeya Pezercix a bajarê Mereş ê Bakûrê Kurdistanê bi pîleya 7.8 erdhejek mezin çêbû. Piştî wê li navçeya Nurdagi a Dîlokê jî bi pîleya 6.4 erdhejek duyem çêbû. Di erdheja ku piraniya bajarên Bakûr, Rojava, bajarên Tirkiyeyê û welatên derdorê jî hejand de, li gorî agahiyên destpêkê gelek avahî hilweşiyan, bi sedan kes di bin xirbeyan de mane û gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Bakûrê Kurdistanê erdheja mezin: Gelek windahiyên can û mal hene 
6 sibat, 2023   04:50
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî saziya erdhejê ya Tirkiyeyê Erdheja li Pezercixê saet di 04.17’an de, 7 kîlometre li binê erdê, bi pîleya 7.4 pêk hat. Piştî vê erdhejê saet di 04.26’an de jî li navçeya Nurdagi ya bajarê Dîlokê erdhejek duyemîn a bi pîleya 6.4 pêk hat.  

Erdheja dijwar, di serî de bajarên Amed, Meletî, Riha, Semsur, Dîlok û gelek deverên din ên Bakûrê Kurdistanê, bajarên Edene, Hatay, Kilîs, Osmaniye û Qeyserî ên Tirkiyeyê, herêmên Cizîrê, Firatê û Şehba yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî hejandin. Hat diyarkirin ku erdhejê bandor li welatên derdorê jî kiriye.

Lİ AMEDÊ GELEK AVAHÎ, WINDAHIYÊN CANÎ HENE 

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) li navçeyên Bajarê Nû û Rezan ên navendî yên Amedê, gelek avahî hilweşiyan û gelek kes di bin xirbeyan de mane. Hat ragihadin kul i navçeya Rezan di bin xirbeyên avahiyeke hilweşiyayî de herî kêm 100 kes hene.  Li bajarê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

LI RIHAYÊ 10 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li bajarê Rihayê 16 avahî hilweşiyan. Li gorî agahiyên destpêkê 10 kesan jiyana xwe ji dest da, 110 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku hîn gelek kes di bin xirbeyan de ne. Xebatên lêgerînê didomin.

LI MÊRDÎNÊ AVAHÎ HILWEŞIYAN

Li bajarê Mêrdînê jî gelek avahiyan zirar dît, 2 avahî hilweşiyan. Li bejahiya navçeya Qoserê 2 avahiyên vala hilweşiyan. Her wiha dîwarên hewşên gelek malan jî xirab bûn. Piraniya welatiyan derketin derve û xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

LI MELETIYÊ 23 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li bajarê Meletiyê jî li gorî agahiyên destpêkê 140 avahî hilweşiyan. Heta niha ji bin xirbeyan cenazeyên 23 kesan hatine derxistin. 420 kes jî birîndar bûne.

LI OSMANIYE 5 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

Li bajarê Osmaniye yê Tirkiyeyê jî li gorî agahiyên destpêkê 34 avahî hilweşiyan, 5 kesan jiyana xwe ji dest da.