YE`ê careke din normalîzekirin bi hikumeta Şamê re red kir

YE`yê careke din helwesta xwe destnîşan kir ku normalîzekirina bi hikumeta Şamê re red dike û destekê dide çareseriya siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar û fişarê li hikumeta Şamê bibe da ku tev li çareseriya siyasî bibe.

YE`ê careke din normalîzekirin bi hikumeta Şamê re red kir
5 sibat, 2023   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê şandeya Yekitiya Ewropayê (YE) ji bo Sûriyê Dan Stoenescu bi serokê desteya danûstandinan a Sûriyê Bedir Camûs re li Stenbolê civiya û ev helwest nîşan da. Her wiha gelek mijarên din nîqaş kir di nav de tevgerên komîseriyê û helwesta YE`yê li hember geşedanên li Sûriyê hene.

Dan Stoenescu di hevdîtinê de destnîşan kir ku YE`yê normalîzekirin, bidawîkirina cezayan û destpêkirina xebatên ji nûve avakirinê li Sûriyê red dike, madem rejîm tev li pêvajoya siyasî ya demkî nabe û nepabendî biryara Konseya Ewlehiyê ya NY ya hejmar 2254 e.

Dan Stoenescu li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivisî: “Di hevdîtina xwe ya li gel Bedir Camûs de me behsa pêwîstiya xurtkirina hewldanan ji bo vejandina xebatên komîteya destûrê û çareseriya siyasî ya Cinevê kir.”

(şx)