`Komplogeran xeyal kir ku bi dîlgirtina Rêber re dikarin fikrên wî jî bigirin`

Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Kobanê Bozan Xelîl destnîşan kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi bin ket ji ber ku gelên herêmê têkoşîn berdewam kir û ji bo azadiya xwe bi dest bixe gelek fedakarî kirin. Her wiha diyar kir ku komploger xeyal kirin ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re dê fikrên wî bigirin.

`Komplogeran xeyal kir ku bi dîlgirtina Rêber re dikarin fikrên wî jî bigirin`
5 sibat, 2023   16:27
EYN ÎSA

Di çarçoveya çalakiyên têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan têne lidarxistin de, Meclisa Kantona Girê Spî li navçeya Eyn Îsayê civînek bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê û koçberên kantona Girê Spî li dar xist.

Di civînê de sinevizyonek têkildarî detayên Komploya bi dengê rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan ku tê de şert û merc, berjewendiyên navneteweyî yên di encamê de dewleta Tirk bi hevkariya gelek dewletên mêtinger komplo li dijî wî pêk aniye ji ber ku daxwaza azadiya gelên bindest kir, şîrove dike.

Piştre Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Kobanê Bozan Xelîl axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan di serdemeke tarî ya dîroka netew û gelên bindest de jiya. Ji ber wê kesayeta xwe ji biçûkahiya xwe ve xurt kir. Hewl dan guhertinê di fikrê heyî yê li ser desthilat û çewisandinê ava bûye de çêbike. Wî fikrî bi fikrekî din biguhere ku bingeha wî, edalet e.”

Xelîl wiha domand: “Tecrubeyên ku rêber Abdullah Ocalan di nava malbatê, derdor û civaka xwe de kirine, fikrê pêkanîna guhertineke giştî li cem wî xurttir kir. Ji ber wê ji gelê Kurd dest pê kir ku hertim dihat çewisandin û ji mafên xwe yên herî besît wekî ziman hatibû bêpar hiştin. Nexasim piştî ku netewperestên tirk desthilata li Tirkiyê kontrol kir, vîna gelên azad di wê dem de kontrol kir. Ji ber wê rêber Abdullah Ocalan Tevgera Rizgariya Kurdistanê ava kir.”

Xelîl destnîşan kir ku di komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan de gelek dewletên kapîtalîst û desthilatdar cih digirin ji ber ku ji belavbûna fikr û felsefeya wî di welatên wan de ditirsin û wiha anî ziman: “Wan xeyal kir ku bi dîlgirtina rêber Ocalan re dikarin fikrên wî bigirin. Ji ber ku fikr û felsefeya wî nêzî dilên gelên bidest bûn. Hevalên wî jî karîn ew fikr li gelek welatan belav kirin.”

Di dawiyê de Bozan Xelîl fedakariyên bêhempa yên gelên herêmê ji bo biserxistina tecrubeya demokratîk a li herêmê kirine, silav kir û got: “Ev tecrube, li ser jiyana aştiyane ya hevbeş di navbera gelên Sûriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de mînakeke zindî ye ku li hember siyasetên pişaftina çandî li ber xwe dan.  Pişaftina ku komên tundraw ên girêdayî ajandeyên navneteweyî di salên şerê Sûriyê de hewl dan li Sûriyê pêk bînin. Divê em xwedî li destkeftiyên xwe yên nîştimanî derkevin da ku armancên şoreşa gelên azad pêk bînin û li seranserî erdnîgariya Sûriyê belav bikin.”

(mh/şx)

ANHA