​​​​​​​Di navbera şertên IMF û yên rêveberiya DYAʹyê de Lubnan di tariyê de maye

Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û berpirsên DYAʹyê li ser mijara hinartina gaza Misirê û kehrebeya Urdunê bo Lubnanê di nava nîqaşan de ne. Di her carekê de ku Wezareta Enerjî û Saziya Kehrebeyê ya Lubnanê şertên navneteweyî bi cih tîne, ev alî astengiyên nû li pêşiya bidestxistina 4 saetên din ên kehrebeyê derxin.

​​​​​​​Di navbera şertên IMF û yên rêveberiya DYAʹyê de Lubnan di tariyê de maye
6 sibat, 2023   03:23
BEYRÛT – ZIYAD EBÛ XEZALE

Mijara hinartina gaza Misirê û kehrebeya Urdinê ya di rêya Sûriyeyê bo Lubnanê careke din dikeve rojevê. Lê divê Lubnan gavên cidî biavêje û rêveberiya DYAʹyê agahdar bike da ku rêveçûna vê dosyayê ji aliyê  Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) ve were mîsogerkirin.

Ji bo ku ev proje bikeve meryetê, divê hikumeta Lubnanê nameyên li ser mijarê ji Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) re bişîne da ku peymana şandine enerjiyê temam bike. Pirsgirêka sereke ya hindarkirinê lêçûn e. Divê lêçûn ji bo Banka Cîhanî di çarçeveya planeke zelal de were garantîkirin ku divê Lubnan pêşkêş bike.

Lê gelo DYA şertên nû datîne? Heger ev proje têk biçe çareseriyên alternatîf çi ne?

ŞERTÊN IMF

Ji bo mîsyoneke girêdayî destekayîna Fransayê ya ji pêşxistina saktora enerjiyê li Lubnanê, balyozê Koordînasyona Piştgiriya Navneteweyî bo Lubnanê Pierre Duquesne di nava du rojan de Beyrûtê geriya. Hate xwestin ku Pierre Duquesne projeyên torên enerjiyê, bi taybet ên hindarkirina gazê ji Misirê û keherbeyê ji Urdinê binirxîne.

Duquesne di civîna xwe ya ligel serokê hikumeta demborî Necîb Mîqatî de got: "Ji bo ku alîkarî di qada enerjiyê de were danîn, divê du şertên Banka Navneteweyî werin pêkanîn. Şerê yekemîn;  divê fatoreyên kehrebeya Lubnanê zelal bin. Şertê din, divê desteyeke birêxistinkirina kehrebeyê ya li gorî qanûna bi rêve diçe, were avakirin."

Pierre Duquesne anî ziman ku ew ê serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike û mekanîzmeya dûrxistina dosyaya kehrebeyê ji qanûna Qeyserê nîqaş bikin da ku di çareserkirina aloziya enerjiyê de alîkariyê bibin Lubnanê.

TARÎTÎ AN PETROL ÎRANÊ?

/kr/uploads/files/2023/02/05/190342_2268bc47-3ccd-4b5a-91c0-8594feaebb65.webp

Pisporê aborî Niqûla Şemas anî ziman ku dosyaya kehrebeyê di bin şanatajên Amerîkayê û biryara Washingtonê de ye. Di encamê de Rêveberiya Amerîkayê tu carî garantiyên ku tên xwestin nade ji bo ku peymana hindarkirina gaza Misirê were aktîfkirin.

Şemas ji ANHAʹyê re axivî got: "Tevî ku wezîrê enerjiyê Welîd Feyad di Hezîrana 2022ʹyan de bi beşdarbûna balyozê Misirê li Beyrûtê peymana hindakirina gazê bi nûnerên şirîketa Misir a gaza xwezayê re îmze kir, lê Misir tu gavên cidî neavêtin da ku ev kar destpê bike. Misir tenê nameyên dilrihetiyê da ku ji aliyê wezareta xezîneyê ya Amerîkayê ve hate şandin û bi dest Hochstein hat veguhestin. ʹʹ

Şemas îşaret bi vê yekê kir ku balyoza Amerîka ya li Beyrûtê, Dorothy Shea di Tebaxa borî de, bi serokê berê yê Lubnanê Mîşel Ewn re axivî û agahî da wî ku wan proje pejirandiye. Şemas got: "Ev bi xwe dereweke Amerîkayê ye. Ji ber ku di wê demê serkerêtê giştî yê Hizibullah Hesen Neserllah ragihand ku barhilgirên petrolê yên Îranê gihiştine bendera Basnyasê da ku mazota Îranê derbasî Lubnanê bikin. Di her carekekê de ku axaftina li ser piştevaniya Îran a ji bo Lubnanê tê kirin, ev derew tê dûbarekirin. Dîsa jî dema ku balyozê Îranê ragihand ku Îran dikare bêşertan alîkariya petrolê bide, wê rojê serokê hikumeta demborî Necîb Mîqatî bi Washingtonê re axivî û jê pirsî heger Lubnanê petrol Îranê qebûl bike wê ceza lê werin birîn an na. Bersiv na hat. Lê alîkarî ku ji 600 hezar ton petrol xam pêk dihat hat sekiandin."

(bb)

ANHA