Der barê Komploya Navneteweyî de li Dêrazorê semîner

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de semînerek li dar xist û banga bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa tenduristiya wî kir.

Der barê Komploya Navneteweyî de li Dêrazorê semîner
5 sibat, 2023   15:22
DÊRAZOR

Semîner li navenda Şîrketa Pêşxistina Çandiyê ya herêma 7 Kîlo ya Dêrazorê bi beşdariya nûnerên Komîteyên Jinan a Dêrazorê û endamên Yekitiya Jinên Ciwan, Ciwanên Şoreşger û Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê hate lidarxistin.

Di semînerê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Elî El Ehmed semîner bi rêve bir û komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan şîrove kir.

El Ehmed behsa kurtejiyana rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî heta roja îro kir û got: “Têgîna Komploya Navneteweyî û doza revandina rêber Ocalan û radestkirina wî, li ser komployên hêzên hegemonîk û kapîtalîst ên li dijî vîna gelan, şoreşger, ronakbîr û rêveberên wan mînakeke zelal e. Komplo, kûrtir e û tijî pirsnîşan e. Her tişt berê hatiye hazirkirin û amadekirin.”

El Ehmed destnîşan kir ku Tirkan bi xwe îtiraf kir ku di komploya 15`ê Sibatê ku Tirkiyê bi “Operasyona Tofan” bi nav kiriye de, destê îstixbarata Îsraîl, Amerîka, Kenya, Yewnanistan û Tirkiyê heye.

El Ehmed wiha berdewam kir: “Komplo berdewam e, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewama şerê li dijî fikrê demokratîk ê azad e. Divê li hember van siyasetan tê bikoşin ku şikandina vîna gelan û hêviyên wan ên azadiyê armanc dikin.”

Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

(mh/şx)

ANHA