​​​​​​​Çima Îran ji bo hewldanên lihevanîna Şam û Enqereyê hat vexwendin?

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa got: "Xwesteka Rûsya û Tirkiye ya beşdarkirina Îranê di hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê de hewldaneke tirkî ya li hember dudiliya Şamê ji bo nêzîkbûnê ye. ʹʹ

​​​​​​​Çima Îran ji bo hewldanên lihevanîna Şam û Enqereyê hat vexwendin?
5 sibat, 2023   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Piştî civîna sêalî ya serokên Îran, Rûsya û dewleta Tirk a dagirker a 19ʹê Tîrmeha borî ya li Tehranê, axaftinên li ser nêzkîbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê zêde bûn.

Piştî civîna li Tehranê ya 5ʹê Tebaxa borî, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hempîşeyê wî yên Rûsyayê Vladîmer Pûtîn li bajarê Soçî yê Rûsyayê civiyan. Di her du civînan de lihevkirin çêbûn ku hikumeta Şam û dewleta Tirk a dagirker lihev werin.

28ʹê Kanûna borî, wezîrên parastinê yê dewleta Tirk û yê Rûsya û yê hikumeta Şamê civiyan. Îran ji bo vê civînê nehat vexwendin. Gelekan ev gav wekî paşguhkirina Îranê wesifand. Di rojên dawîn  de ji aliyê Rûsya û Tirkiyeyê ve daxuyanî hatin dayîn ku pêwîste Îran di hewldanên nêzîkkirina Şam û Enqereyê de were beşdarkirin.

Têkildarî guhertina di helwesta Rûsya û Tirkiye de, nivîskar û siyasetmendarê sûrî Mihemed Îsa anî ziman ku Tirkiye dixwaze Îran beşdarî sazkirina biryara sûrî bike da ku dawî li dudiliya di meylên siyasî yên sûrî de bîne.

Mihemed Îsa got: "Dudiliya sûrî ji tirs û nebaweriya bi Erdogan û siyasetên wê tê. Ev yek di daxuyaniyên berpirsên sûrî de eşkere bû. Dudiliya sûrî dikeve çarçoveya nêrînên redkirin an jî gumanên alîgirên hikumeta Şamê yên li ser Erdogan û siyasetên wê ku dibînin tevahî trajediya li Sûriyeyê ji aliyê Erdogan ve û siyasetên wî yên îslamperest  ve hatine afirandin û Erdogan bi vê yekê dixwaze projeya xwe ya bi navê xîlafeta osmanî ya îslamî li ser hesabê sûriyan û dewleta Sûriye bi cih bîne."

Îsa îşaret pê kir ku aktorên din hene hiştin Îran ji bo rêveçûna normalîzekirinê were vexwendin û wiha axaftina xwe domand: “Der barê têkiliya di navbera vexwendina Îranê û daxuyaniya Erebistana Siûdî û Misirê de ku her destwerdanekê di xaka Sûriyê de red kir, bêguman pêşketineke girîng e. Her wiha di hevkêşeya herêmî de li hember yekdestiya Tirkiye û Îranê û piştre Îsraîlê aktoreke bi bandor e. Ew jî hewldanên Tirkiyê û Îranê yên xwedî heman kokê îslamî, li hember wê helwestê bibin yek, wê têk bibin yan jî bandora wê kêm bikin.”

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî, îşaret bi kir du aktorên sereke yên dûrxistina rola Îranê di destpêkê de ji normalizekirinê, hene û wiha domand: “Ya yekê, hevirkiya di nava hevalbendiyekê de li ser listîna roleke cidî di pêşektinên dosyaya Sûriyê de, ez behsa Îran û Rûsyayê dikim. Rûsya naxwaze hegemoya Îranê li ser hesabê rola wê firehtir bibe nexasim ku ew bi şerê li Ukraynayê re mijul e. Ya duyem Îsraîl e. Divê em ji bîr nekin ku Îsraîl û Rûsya li ser kêmkirin anku sînordarkirina rola Îranê di Sûriyê de li hev kirine. Em dikarin ji wê zêdetir bêjin ku hema bêje biryareke giştî ya navneteweyî li ser vê mijarê heye. Rûsya wê dizane û li ser wê bi Îsraîlê re hevehang e. Têkildarî çima ji fikrê dûrxistina Îranê dûr ketin, ji ber ku êdî astengî li pêşiya normalîzekirina bi Erdogan re derdikevin. Bi taybet piştî dudiliya rêveberiya Sûriyê û derengxistina wê heta piştî hilbijartinên Tirkiyê di Hezîrana bê de.”

RÛS DÊ HEWL BIDIN HEVALBENDIYA HERSÊ DEWLETÊN ASTANAYÊ LI HEMBER SIYASETA AMERÎKAYÊ XURTTIR BIKE

Li gorî Mihemed Îsa Rûsya dê nakokiyên Tirkiyê û Amerîkayê li Sûriyê bi kar bîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Têkildarî helwesta Rûsyayê li hember astengiyên li pêşiya têkiliyên Amerîkayê û Tirkiyê derdikevin, bêguman dê hewldanên Rûsyayê zêde bibin ji bo ku xwe nêzî Tirkiyê bike. Dê ji Erdogan re, destkeftiyan pêşkêş bike da ku sûdê jê bigire di hilbijartinên bê û gelek dosyayên din de li ser hesabê berjewendiyên nîştimanî yên Sûriyê. Yê tevgerên Rûsya ji bo ku bandor li encamên hilbijartina Tirkiyê bike, bişopîne dê bigihêje wê qenatê ku Pûtîn piştgiriya Erdogan dike û êdî destê wî di kar û barên Tirkiyê de heye. Mîna ku serokê hemleya hilbijartinan a Erdogan e.”

Mihemed destnîşan kir ku Rûs dê hewl bidin hevalbendiya di navbera hersê dewletên Astanayê de xurttir bike li hember siyaseta Amerîkayê û wiha pê de çû: “Ev ji daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsya Sergey Lavrov ên têkildarî girîngiya tevlêkirina Îranê di danûstandinên normalîzekirinê de xuya bû. Nîşaneyên bikaranîna Rûsyayê ya nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de, em wê li ser xaka Sûriyê, di piştgiriya îdiayên Tirkiyê de ku QSD li ser ewlehiya wê ya neteweyî xetere ye û meylên cudabûnê li cem wê hene, diyar dibin.”

Di dawiyê de nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa diyar kir ku divê dewletên ereb ên ku ji bo berjewendiyên xwe rê li pêşiya Rûsya, Tirkiyê û Îranê vekirine, rolekê bilîzin. Nexasim piştî ku listika berjewendiyan û bazarên li ser hesabê ereban û bikeftina hêzên destwerdana kar û barên gelên herêmê kirine ku çareseriyekê li gorî wan gelan pêşkêş bikin eşkere bû û naskirina komî ya metirsiyên ev hevalbendiya îslamî ku xwe li paş dirûşmên îslamê û berxwedanê veşartine, zêde bû.

(bb-şx)

ANHA