‘Modela rêveberiya xweser ji aloziya li Derayê re çareserî ye’

Nivîskar û siyasetmedar Elî El Emîn Siwêd got çareseriyên ku hikumeta Sûriyeyê îdia dike, aloziya li Derayê çareser nake. Siwêd anî ziman ku ji bo aloziyên li Dera, Siwêda û Quneytîrayê avakirina rêveberiya xweser çareseriya herî guncaw e.

‘Modela rêveberiya xweser ji aloziya li Derayê re çareserî ye’
5 sibat, 2023   03:13
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê anku sala 2011ʹan ve, li Derayê tevlihevî dewam dike û bûyerên qetilkirin, revandin û teqînê zêde dibin. Li gorî daneyên SOHR’ê, ji destpêka îsal ve 36 kes bi rêbazên cuda hatin kuştin.

Piştî çareseriyên ku hikumet Şamê behsa wan dike, li Derayê tevlihevî û kuştin zêdetir bûn.

Çareseriya yekemîn di Tîrmeha 2018ʹan de bû û ya duyemîn di Îlona 2021ʹê de bû. Bi van "çareseriyan" hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê dest bi operasyonên berfireh ên qetilkirinê kir. Metirsî hene ku ev rewş derbasî parêzgehên derdorê jî bibe.

Li gorî rapora Kombûna Azad a Horanê, hêzên hikumeta Şamê di sala 2022ʹyan de girtina plankirî dewam kir. Tevî biryara efûyê ya ku Beşar El Esed derxistiye, lê hejmara girtiyên ku hatin berdan nagihêje hejmara kesên di girtîgehan de mane. Hate piştrastkirin ku hikumeta Şamê ji bo standina fîdyeyê welatiyan digire û bacan jî ferz dike.

‘ÇARESERÎ’ BANDORÊN NEYÎNÎ BI XWE RE TÎNIN’

/kr/uploads/files/2023/02/04/192625_-.webp

Têkildarî tevlihevî û bûyerên qetilkirinê yên li Derayê rû didin, nivîskar û siyasetmendarê sûrî Elî El Emîn El Siwêd ji ANHAʹyê re axivî.

Elî El Emîn El Siwêd got: "Ji dema ku Rûsya, Îran û Tirkiye lihevkirin di navbera rejîma Şam û komên opozîsyonê yên li Derayê de pêk anîn, tesfiyekirinên di navbera saziyên rejîma Sûriyeyê û komên mane yan jî çalakvanan de bi rêbazên komên mafyayê dest pê kirin."

El Siwêd anî ziman ku rejîma Sûriyeyê hebûna muxalefetê qebûl nake û ji destpêka şoreşê ve bi awayekî plankirî ve bi kuştin û tesfiyekirinê dengê muxalefetê qut bike û got: "Çareserî an ku lihevkirin" derfetek e ji bo rejîmê da ku hêdî hêdî muxalîfan qetil bike."

El Siwêd “çareserî û lihevkirinên” ku hikumeta Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê pêk tîne, wekî xefikekê bi nav kir û wiha domand: "Ev çareserî xefikek e ku rejîmê bi desteka hersê dewletên dagirker (Tirkiye, Îran û Rûsyayê) vedaye. Dema ku berxwedana şênî û muxlîfan li Derayê xurt dibe rejîm ajanên xwe yên DAIŞ û El Qaîde dixe tevgerê da ku binpêkirinan li vir û wir pêk bînin. Bi vê yekê hikumeta Şamê hincetan têr ji bo serdegirtinên mezin peyda dike. Rejîm hebûna rêxistinên terorîst dike hincet da ku ji kesên di lîsteya tesfiyekirinê de anku yên çareserî pêk anîne, xilas bibe."

ʹJI BO PÊŞENGIYA TEVGERA LI BAŞÛR RÊVEBERIYA XWESER HEWLDANEKE RASTEQÎN Eʹ

Têkildarî çareseriya guncaw a ji aloziya Derayê re Siwêd got: "Çareseriya herî guncaw avakirina rêveberiya xweser a herêma başûr e ku ji parêzgehên Dera, Siwêda û Quneytîrayê pêk tê. Divê ev herêm ji aliyê saziyên ewlehiyê ve werin parastin ku ji şêniyên herêmê ve pêk tê. Divê ev sazî di aliyê leşkerî û ewlehiyê de girêdayî rêveberiya xweser bin û dûrî destwerdana rejîmê bin."

Siwêd diyar kir ku ji zêdetirî 7 salan ve rêveberiya xweser a başûrê Sûriyeyê hewldaneke rasteqîn a pêşengiya tevgera siyasî ya li başûr e û hîna jî wisa ye. Siwêd got: " Dosyaya rêveberiyê di aliyê teorîk de nîv hazir e. Lê ji bo pratîkkirina wê rêbaz tune ye. Sedema vê yekê jî astengiyên navendî ne. Asengiya yekemîn: Pêwîstiya rêveberiya xweser bi bûdceyeke diravî heye. Lê ji ber gelek sedeman dûr e ku rejîm vê bûdceyê bide rêveberiyê. Ji wan sedeman, naskirina rêveberiya xweser tê wateya naskirina têkçûna dewletê ya di bin serweriya El Esed de. Her wiha heta niha tu aliyên navneteweyî destek nedane vê projeyê.

Astengiya duyemîn; pêwîstiya rêveberiya xweser a başûr bi erêkirin û piştevaniya Urdinê heye. Lê heta niha ev jî nebûye. Ruxmî hêrsa Urdinê ya ji ber kirinên qaçaxçîtiya Captagonê di rêya xaka wê de û ruxmî hêrsa Îsraîlê ya ji rejîma Sûriyeyê, lê bi tirs e ku endamên milîsên Îranê derbasî herêmê bibin.”

(bb)

ANHA