​​​​​​​Li taxeke din a Helebê avahiyek hilweşiya: 2 kes jiyana xwe ji dest da

Li taxeke Helebê avahiyek hilweşiya û wek encamên pêşîn zarokek û kesek din jiyana xwe ji dest dan.

​​​​​​​Li taxeke din a Helebê avahiyek hilweşiya: 2 kes jiyana xwe ji dest da
4 sibat, 2023   20:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê, vê êvarê avahiyek li taxa Ferdos a Helebê hilweşiya. Tîmên pirspor 2 cenaze ji bin kavilan derxistine yek a zarokekî ye. Xebatên lêgerînê berdewam in.

Heta niha sedema hilweşînê nehatiye zanîn.

22`yê Çileya borî avahiyeke 5 qatî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi ser serê 7 malbatan de hilweşiya û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Îlona 2022`yan jî avahiyeke din a 5 qatî li taxa Ferdos a rojhilat bajarê Helebê hilweşiya û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ajansa me demeke berê raporek weşandibû. Di wê raporê de û li gorî Hevserokê Şaredariya Gel a taxê hat destnîşankirin ku 35 avahî bi hilweşînê re rû bi rû ne.

(şx)