​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-2-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-2-2023
4 sibat, 2023   23:00

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan panelekê bi dirûşma “JIn, jiyan, azadî” ji bo balê bikişîne ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, rola jinan di pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de li nivîsgeha PYD`ê ya Qamişlo li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û siyasetmedar Elî El Emîn Siwêd got çareseriyên ku hikumeta Sûriyeyê îdia dike, aloziya li Derayê çareser nake. Siwêd anî ziman ku ji bo aloziyên li Dera, Siwêda û Quneytîrayê avakirina rêveberiya xweser çareseriya herî guncaw e. (BI WÊNE)

Nivîskar û siyasetmedarê sûrî Mihemed Îsa meyla Rûsya û Tirkiye ya beşdarkirina Îranê di hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê de hewldaneke tirkî ye li hember dudiliya Şamê ji bo nêzîkbûna bi dewleta Tirk a dagirker re.  (BI WÊNE)

Karkerên paqijiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji ber dorpêça ji aliyê hikûmeta Şamê ve nikarin taxan bi wesayîtan paqij bikin, lê belê neçar man ku bi melkes û kartan (erebeyên duçerx) kar û xebatên paqijiyê bimeşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

Li gorî çavdêran, li pêşiya daxwaza Erdogan a normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re astengiyên mezin ê meydanî û yên derve hene. Tê gotin ku DYA û hevalbendên wê yên rojava amadekariyan avakirina hêzeke leşkerî ya nû li Lîbyayê dikin da ku koma Wanger a Rûsyayê biqewitînin. (BI WÊNE)

ANHA