Gelê Bakûr wê sibe ji bo Rêber Ocalan bimeşe

Li Bakûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê sibatê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, wê sibe (6 Sibat) ji Geverê û Qoserê ber bi Îmraliyê ve meşek mezin were lidarxistin.

Gelê Bakûr wê sibe ji bo Rêber Ocalan bimeşe
5 sibat, 2023   08:19
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Meş ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) tê organizekirin.

Meşa ku bi dirûşmeya, "Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin" tê birêxistinkirin, wê sibe (6 Sibat 2023) ji du navendan destpê bike. Baskê yekem wê ji navçeya Gever a Colemêrgê, baskê duyem jî, ji navçeya Qoser a Mêrdînê derkeve rê. Hatiye plankirin ku meş heta navçeya Gemlîk a bajarê Bursayê ya Tirkiyeyê ku nêzî grava Îmraliyê ye dom bike.

Li Gever û Qoserê amadekariyên meşê hatine demamkirin û welatî li bendê ne ku sibe derkevin rê.  Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li Qoserê meşvan dê di têketina navçeyê de bên pêşwazîkirin. Paşê girse dê biçe Qada Azadiyê û daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Duvre meşvan dê bi esnaf û welatiyan re kom bibin û berê xwe bidin Nisêbînê, ji wir jî biçin navçeya Cizîr a Şirnexê. Bi vî awayî dê roja ewil a meşê temam bibe. Piştî vê jî meşvan dê ber bi Sêrt û Êlihê û ji wir jî ber bi Amedê ve meşa xwe bidomînin û bi meşvanên ku ji Geverê tê re bigihîjin hev, ji wir jî bere xwe bidin Gemlîkê.