Pêngava paqijiyê li Hesekê didome

Pêngava berfireh a paqijiyê li Hesekê didome. Komîteya Jîngeh û Şaredariyê ya Hesekê banga alîkariyê li şêniyan kir.

Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
Pêngava paqijiyê li Hesekê didome
2 sibat, 2023   13:30
HESEKÊ

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê pêngava paqijiyê ya li Hesekê didomîne. Pêngavê 31ʹê Çileyê ji taxa Eskerî dest pê kiribû.

Bi sedan endamên saziyên sivîl, endamên meclis û şarêdariya başûr û bakurê bajarê girêdayî wê tev li pêngavê bûne.

Pêngavê îro ji pêşiya navenda Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a li taxa Kelasê dest pê kir. Pêngav rojane 12 saetan dewam dike.

Hevserokê Komîteya Jîngeh û Şaredariyan a Kantona Hesekê Rustem Bekir li ser mijarê destnîşan kir ku werşeyên paqijiyê dê heta saet 1’ê şevê karê xwe bikin.

Bekir bang li şênî û saziyên sivîl kir ku bi karkerên paqijiyê re alîkar bin û bi rihekî berpirsyarî tev li pêngavê bibin.

(zh)

ANHA