Kongra Star a Şamê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê ragihand

Meclisa Kongra Star a Şamê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan greva birçîbûnê ragihand.

Kongra Star a Şamê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê ragihand
2 sibat, 2023   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Şamê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ji bo 2 rojan ragihand.

Destpêkê endama Meclisa Kongra Star Zeyneb Mihemed tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Îro salvegera şehîdadeta jina têkoşer Viyan Soran e. Viyan Soran li hember komploya dermirovî ya li dijî rêber Ocalan bedena xwe da ber agir.”

Piştre li ser jiyana Rêber Ocalan û têkoşîna wî ya li dijî faşîzma Tirk û hewldanên wî yên rizgarkirina gelê Kurd û jinan de, xwend.

Piştre endama rêveberiya Meclisa Kongra Star a Şamê Berçem Yûsif got: "Em ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan û di salvegera şehadeta şehîd Viyan Soran de vê greva birçîbûnê radigihînin. Şehîd Viyan Soran xwedî rihê fedaî ye ku li hember komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan agir  berda benda xwe."

Berçem Yûsif anî ziman ku ne tenê heval Viyan li hember komployê canê xwe dan ber agir, lê gelekan bi rêbazên herî tund ev komplo şermezar kirin û navên xwe di dîroka gelê Kurd de nivîsandin.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana rêber Ocalan û têkoşîna wî ya ji bo azadiyê hat pêşandan.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê , navenda Çand û Hunerê, komîn û Meclisa Kongra Star serdana yên ku ketine gireva birçîbûnê, kir.

(mh)

ANHA