Swîsreyê konsolosxaneya xwe ya li Stenbolê girt

Swîsreyê bi hinceta ewlekariyê konsolosxaneya xwe ya li Stenbolê bi rengekî demkî girt.

Swîsreyê konsolosxaneya xwe ya li Stenbolê girt
2 sibat, 2023   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Piştî Hollanda, Almanya, Fransa, Belçîka û Îngilistanê, Serkonsolosxaneya Swîsreyê jî bi hinceta ewlekariyê hate girtin.

Serkonsolosxaneya Swîsreyê ya li Stenbolê got, "Bi hinceta ewlekariyê, Serkonsolosxaneya Swîsreyê heta daxuyaniyeke duyemîn wê girtî bimîne. Randevûyên ji bo vîze û pasaportê wê bêne betalkirin. Ji ber xweşbîniya we em spasiya we dikin."