Li Hecînê navenda belgekirinê hat vekirin

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Navenda Belgekirinê li bajarokê Hecînê vekir.

Li Hecînê navenda belgekirinê hat vekirin
30 ÇILE, 2023   11:53
DÊRAZOR

Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Navenda Belgekirinê li bajarê Hecînê vekir.

Di merasîma vekirina navendê de, şênî, di nav de şêx û rûspiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Dêrazorê amade bûn.

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Ewad El Mihêmdî bixêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser rola şehîdan a pêkanîna ewlehiya herêmê.

El Mihêmdî anî ziman Navenda Belgekirinê dê di rojên nêz de xizmetê pêşkêşî şêniyan bike.

Hevserokê Meclisa Gel a Hecînê Mihêdî El Celûd jî got: "Navend dê xizmetê bide zêdetirî 300 hezar kesên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê, ji ber ku piraniya şêniyan di salên dawî de belgeyên xwe winda kirine.”

Piştî axaftinan, deriyê navendê ji aliyê Ewad El Mihêmdî ve hat vekirin.

Navend ji 4 nivîsgehan (rêveberî, arşîv, belgekirin û çapkirin) pêk tê. Navend dê kartên malbatî, daneyên malbatî, wesîqeyên jidayikbûn û wefatê, girêbestên zewacê bide.

(bb)

ANHA