Çeteyan li Efrînê 24 serî pez dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê 24 serî pez dizîn.

Çeteyan li Efrînê 24 serî pez dizîn
30 ÇILE, 2023   11:38
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Firqet El Hemze li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê 24 serî pez dizîne.

Li gorî heman çavkaniyan, 16 mihên welatiyê bi navê Mamo Hesen, 2 mihên welatiyê bi navê Mamde Fewzî û 6 mihên Omer Hesenkê hatine dizîn.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan pezê dizî, biriye gundê Xezawiyê yê heman navçeyê.

(bb)

ANHA