​​​​​​​Di xwepêşandanên li Siwêdayê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Li bajarê Siwêdayê xwepêşandanên li dijî nebaşbûna rewşa aborî û siyasetên hikumeta Şamê  dewam dikin. Di xwepêşandanê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" derketin pêş.

​​​​​​​Di xwepêşandanên li Siwêdayê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’
30 ÇILE, 2023   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Siwêdayê hêrsa gel li hemberî nebaşbûna rewşa jiyanî li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de zêde dibe.

Di hefteya 8ʹemîn de, şêniyên Siwêdayê li Qada Kerama ya bajar çalakiyeke bêdeng bi dirûşma "Êdî bes e" li dar xist.

Xwepêşanderan diyar kir ku ew ê tevgerên xwe yên aştiyane yên li dijî hikumeta Şamê bidomînin heta ku guhertineke siyasî pêk were û mercên debarê û yên aborî baş bibin.

Her wiha dirûşmên bi banga serbestberdana girtiyan berz kirin û banga pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254ʹan a dîtina çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyeyê kir.

Li gorî malpera Siwêda 24, tevlêbûna jinan a çalakiya îro balkêş bû û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

(bb)