Îranê 2 sal ceza li rojnamevan Nazîla Merufyan birî

Zextên dewleta Îranê yên li ser rojnamevan, çalakvan û welatiyan dewam dikin. Rojnamevan Nazîla Merufyan ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn pêk aniye, dewleta Îranê 2 sal ceza lê birî.

Îranê 2 sal ceza li rojnamevan Nazîla Merufyan birî
29 ÇILE, 2023   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dewam dike û 134 roj li pey xwe hiştin. Îran ji bo dawîanîna serhildanê serî li hemû rê û rêbazan dide. Rojnamevan Nazîla Merufyan piştî Jîna Emînî hate qetilkirin, bi bavê Jîna re hevpeyvîn kiribû. Piştî wê Nazîla di 30’ê Mijdara 2022’yan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû destgîrkirin. Hate zanîn ku dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Nazîla biriye.

Li gorî agahiyan, ji bilî cezayê girtîgehê, 15 milyon pereyê Îranê jî lê hatiye birîn û qedexeya derketina derve ji bo 5 salan jî lê hatiye birîn.

Rojnamevan Nazîla Merufyan xelkê bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.